Kurdish: Kurmancî

Cîhe Bexêrhatîn- Gelek Pirsê ten Pirsi

Ji bo çi ez li vir im?
Ev pirs û bersiv yên bibin alîkar ji bo mamosteyê zarokên we ku Inglîsîya zarokên we di çi astekê da ye.

Wateya ELL çi ye?
ELL ango hînbûna zimanê Inglîsî.

Çi demekê da yê zarokê min bibe pispor li zimanê Inglîsî da?
Di navaserê da heft salan digire.
Di destpêkê zarok hînî zimanê civakî û paşî demekê fêrî Inglîsîya akademîk dibin.

Cîyawazîya di navbera zimanê civakî û akademîk çi ye?

Zimanê civakî zimaneke,ku em her roj li gel heval û malbatê bi kar tînin lê zimanê akademîk em li nivîs û xwendinê di dibistan û zanîngehê da bi kar tînin.

Giringîya peyvîn bi zimanê zikmakî li mal da çi ye?
Pisporbûn li zimanê zikmakî da alîkarîya zarokan dike ku bikarin zimanên din jî bi asanî fêr bibin û her wisa dibe sedema nêzîkatîya zarokan li gel malbata dûr û nêzîk, çand û koltûra wan.

Ez çawa dikarim bibim alîkar ji bo Inglîsîya zarokên xwe di mal da?
Tu dikarî ji bo alîkarîya zarokên xwe di mal da bi zimanê zikmakî li gel zaokên xwe bipeyvî û her wisa li goreyî temenê zarokên xwe û asta inglîsîya wan tu dikarî pirtûkên ku bi her du zimanên zikmakîyê te û inglîsî ne ji bo zarokên xwe bixwînî. tu dikarî wan pirtûkan li ser malpera www.storybookscanada.ca, Burnaby public library beşa duzimane peyda bikî.

Kengî yê asta inglîsîya zarokên min carek din bête ceribandin?
Zarokên te yê di demên dîyarkirî li alîyê mamosteyê wan yê ELL ve bêne ceribandin, û her wisa di dawîya her salê yê bi awayeke fermî bikevine ezmûnê.di navbera nîsan heya pûşperê li dibistana zarokên we da zarok yê bikevine ezmûnê.

di dibistanê da yê çawa alîkarîya zarokên min bikin?
Di dibistanê da yê alîkarîya zarokên te bikin li warê fêrbûna zimanê inglîsî ve, ew alîkarî yê li alîyê mamoteyê ELL an jî di nav komên provekirinê di dibistanê de bê kirin.